Eynter

Min dixwest di dema wê de qala çîroka Eynter bikim. Ji min hebû ku hîna wext jê re heye. Lê li gorî kalê ku min ji wan pirsî “Eynter” tam di orta zivistanê de ye û derbas bûye. Çîrok û serpêhatî him demê rê dide him jî rastiyek jiyanê ye loma kêfa min jê re tê û dixwazim bi we re parve bikim, da ku nifşê nuh haya wan jê hebe.

Çîroka Eynter wisa ye:

Eynter tevlî kerwanê xwe derdikeve rê û vedigerin malê. Wê roja ku li ser rêya vegerê ne, bi rê de heçî kesên bi kerwên re ye diqefilin! Hew Enyter ji mirinê difilite. Li Eynter dibe şev, sar û serma ye. Eynter dinere ku ew ê jî biqefile, radibe deveyê xwe dikuje, zikê deve diqelêşe û xwe dixe hundurê deveye xwe.

Xew nakeve çavên Eynter. Dinere ku heta sibehê heft caran dibe sayî û heft caran dibe ewr.

Heta sibehê di hundurê devê de dimîne. Bi saya deveyê xwe ji nav lepê mirinê difilite. Bi sibehê re dide ser rêya xwe û tê xwe digihîne malê.

Du jinên Eynter hene. Gava ku ya biçûk çav li Eynter dikeve direve pêşiya wî û dibêje,

-Qurbano çavên min li rê mabûn. Ev çend roj in ku xew neketiye çavên min. Îşev heta sibehê dîsa xew neketiye çavên min! Şikir îcar jî tu bi saxî û silametî li me vegeriya!

Eynter tê derbasî hundur dibe û li jina xwe ya biçûk vedigerîne û jê dipirse,

-Baş e, te gotibû çavên min li rê mabûn loma ev çend şev in ku xew neketiye çavên min. Heger wisa be niha tuyê zanîbî bê ka hela îşev çend caran dinya bûye sayî û çend caran bûye ewr?

Texmîna jinikê û rastî hevdu nagrin. Ji ber ku ji êvar de serî avêtiye xewê bi pirsa zilamê xwe Eynter dernaxe! Eynter îcar vedigere ser jina xwe ya mezin û dibêje,

-De ka îcar tu ji min re bibêje bê îşev çend caran bûye sayî û çend caran bûye ewr?

Jina wî ya mezin dibêje,

-Îşev heft caran bûye sayî û heft caran jî bûye ewr!

Eynter fêm dike ku ew ji meraqan raneketiye û xwe daye benda wî ku bi saxî û silametî li wan vegere. Heta wê rojê Eynter jina xwe ya biçûk di ser jina xwe ya mezin re digirt lê ji wê saetê û pê ve nema xweşikî rû dide jina xwe ya biçûk. Fêm dike ya ku ji wî hezdike û xema wî dikişîne ya mezin e. Dîsa fêm dike ku divê guh nede peyvê û li emelê mirovan binere.

Ji wê rojê ve ye, ev çîrok û serpêhatî êdî navê xwe li demekê dixe. Her ku ew dem nêzîk dibe mirov dibêjin, “Tişt ji Eynter re nema” yan jî dibêjin, “Hîna ji Eynterê re heye” û li gorî wê ya rêwîtiya xwe taloq dikin ya jî derdikevin rê!”

 

 

 

 

 

Parsek

Li gorî gotinan, demekê, li bajarekî zilamekî parsek hebûye. Ez ê îro bixwazim hinekî qala wî û serpêhatiya wî bikim! Vî zilama di eslê xwe de ne parsek e, ji bona ku karibe karê xwe bike û bigihêje mexseda xwe, bi wan kincên pertolî li kuçe û sikakan digere û destê xwe li ber mirovan vedike. Bi salan li wî bajarî vî karî dike. Ya rast karê wî karê xefiyê ye. Ji ber ku bi salan li wî bajarî maye, hema bibêje wî zanîbû bê kî çi ye û li ser çi ye, ji hêla din ve jî ew jî ji hêla gelek kesan ve dihat naskirin. Di vê naskirinê de ferqek hebû wî bi her awayî ew nasdikirin wan hew bi parsekiya wî zanîbûn. Li gorî gel zilamekî, tenê, bêkes û xizan bû! Karekî din jê nedihat loma parsekî dikir!

Wek ku hûnê texmîn bikin piştî wextekî karê wî zilamê parsek li wî bajarî diqede û tayina wî derdikeve cihekî din! Bi derbekê re ji pêş çavan wenda dibe! Ji ber ku xwe wek parsek daye naskirin hebûn û tunebûna wî ne li ser bala kesî ye ango ji wira çûna wî zêde bala kesî nakişîne!

Di wan rojan de xortek ji wî bajarî dihere eskeriyê. Piştî wextekî wî xortî didin qereqolekê da ku li wira eskeriya xwe bike. Xort tê qereqolê nobedar dide pêşiya wî û wî dibe odeya serleşkerê qereqolê! Heta vira hûnê bibêjin tiştek di vêya de tuneye û pê re ew ê fikrek li we peyde bibe. Rast e hûn di cih de difikirin, ew odeya ku Xort derbasî wê dibe odeya parsek e! Parsekê ku li bajarê Xort bi salan parsekî kiriye û maye li vê qereqolê serleşker e!

Bi derbasbûna odeyê re him xort him jî serleşker şaş dibin û nema zanin bê ew ê çi bikin! Bi gotinek di em bibêjin ji çavên xwe bawer nakin! Lê wek ku dibêjin dinya biçûk e û li vê dinyaya biçûk ew li hev rast hatine! Hema herdu wisa disekinin û li hev dinerin! Ji ber ku tim li ber dîwarê dikana wan disekinî Xort wî baş nas dike. Heta wê rojê serleşker ji ber ti eskerê xwe ranebûye, lê ji bo wî ji cihê xwe radibe û wek nasekî xwe, merivekî xwe yê ji gelekî dûr hatiye dîtibe, ber bi wî ve tê, ji dil wî pêşwazî û himêz dike.

Piştî ku li hal û wextê hevdu dipirsin parsek rewşa bajêr û rewşa hin kesan ji Xort dipirse û paşê jî Xort temî dike ku tiştekî ji devê xwe nerevîne û kesî bi sira wî nehesîne!

Bi qasî salekê derbas dibe “Parsek” ji serleşkeriyê teqawîd dibe. Xatir ji xort dixwaze, temiya wî li yê ku hatiye dewsa xwe dike û xwe diavêje bextê jiyana sifîl. Lê dike û nake sebra wî nayê wek kesê ku laşê wî bixure û mecbûr be bixurîne li rêyekê digere!

Xort eskeriya xwe diqedîne û bi kêf tê otogarê. Ji ber ku bi silametî ji eskeriyê safî bûye û berê wî li welêt e destê xwe diavêje bêrîka xwe da ku hinek pere bide parsekê ku destê xwe li ber wî vekiriye. Çawa pereyan derdixîne parsekê ku rûyê xwe vedişêre nas dike!..

Carûdo

 Ez dixwazim îro ji we re qala xwe û Carûdo bikim. Rehma Xwedê li dê û bavê wî kesî be ku ev nav lê kirine. Tu ji hêla teşkan ve rahêlê carûd e! Bi kêrî tiştekî nayê. Ji bilî derewan û çikûsiyê. Hêlek wî ya din jî ev e: Xwedê yomê wî bi ser keviran de neyne. Îro niza çawa ez lê rasthatim. Jixwe kengî ez lê rast bêm, wê rojê destê min di dilê min de ye. Teqez tiştek tê serê min!

Çawa me hevdu dît bi min ve bû wek mezeloqê. Heta dikanê bi min re hat. Hîna sibeye, çavê min lê ye ku hinekî wext here da ku ez herim şîna cîranê xwe yê dikandar. Carûdo jî li hinda min rûniştiye û hey wek mêşa di kundur de vinvina wî ye!

Birayê min hatiye ku ji dêvla min li ber dikanê be da ku ez herim şînê. Tevlî ku hîna wext hebû jî min xwest ez xwe ji destê Carûdo xelas bikim. Min bang li birayê xwe yê li derve li ber dikanê rûniştiye kir. Gava ku birayê min dihat cem min û Carûdo, zilamek jî tenekeyek di destan de ket hundur û silav da. Me silava wî lê vegerand. Wî zilamî got, “Min tenekeyek penêr ji cîranê we re anîbû lê şîna wan heye, ji min xwest ku ez penêrê wî deynim cem we, ew ê dû re ji cem we rahêlê!” Hîna min digot, “Serçavan ka deyne tişt nabe!” wî telefon kir û got, “Vaye min tenekeyê penêr danî cem dikana cîranê te!” û telefon da destê min. Min rahişt telefonê û dar ber guhê xwe, dengê telefonê digot, ‘Cîran te karîba dused milyonek jî bidayê hema heta êvarî ez ê bigihînim te!’ Min jî got, “Serçavan xem nake cîran!” û pê re telefon qut bû. Min telefona zilêm dayê lê hîsek xerab niqutî dilê min. Zilêm got, “Ez teneka penêr deynim ku?” Min jî hema dawiya dikanê rê dayê û min got, “Hema deyne wira!” û min dexlik vekir lê dilekî min got, “Law tuyê çima dused milyonî bidiyê pêncî bidê ji serê wî zêde ye. Kengî cîran hat bila yê din bidiyê. Çavên viya zexel xuya ne!” Min wisa jî kir û min pêncî milyon ji dexlikê derxist û min got, “Niha ewqas pere li cem min heye. Viya bigre yê din ew ê camêr bide te!” Zilamê çav zexel bê dilê xwe rahişt pere û çû! Min jî Carûdo rakir û em ber bi mala cîranê xwe ve çûn!

Em gihaştibûn nav taxa cîranê min Carûdo bi milê min girt û ez ber bi deriyekî ve kişandim. Pê re got, “Hesê Şeştilî qurban, dibêjin, Hemedê Bêzik pir nexweş e, hey em hatine heta ber deriyê wan ka em berê seriyekî bidin wî!” Ez zanim Carûdo qet ji Hemedê Bêzik heznake, vêya ez şaş kirim lê ez fikirîm ev jî xêrek e û min bi ya Carûdo kir. Em çawa derbasî hundur bûn Carûdo xax rakir hey digrî û li xwe dixe! Vêya bêtir ez şaş kirim! Gava ku em ji malikê derketin derve û em ber bi mala cîranê min ve dimeşiyan min jê pirsî, “Kuro Carûdo malneket ev çi ecêb bû te rakir law. Ma ne tu bû yê  ku îmana wî ji Hemedê Bêzik diçû? Wek te bav û birayê xwe wendakiribe tu digiriya û te li xwe dixist. Mêrik nexweşiya wî ne giran bû lê niha te ew qutufand!” Carûdo li min vegerand û got, “Erê tu rast dibêjî hîna jî ruhê min jê diçe lê min hinek pere bi selef daye wî, heger bimre ew ê pereyê min jî herin, ez li ser malê xwe digiriyam!”

Ez ji Xwedê netirsiyama û min ji xwe fedî nekiriba hema li wira mine çerpînî ji nav çavên wî bianiya û minê bikira ku şûna her şeş tiliyên min li rûyê wî bi cih bibûya. Lê ji ber ku em hatibûn nêzîka konê şînê, min xwe girt.

Em derbasî bin kon bûn, me fatîha xwe xwend û Carûdo destpêkir. Çiqasî bi çavan jê re dibêjim hiş be, ew dîsa dipeyive. Piştî demekê em rabûn, him ez pê re dixeyidim, him jî em tên dikanê. Çawa em hatin dikanê min ji birayê xwe re got, “Ka hela wî tenekeyê penêr bîne ez binerim, heger baş be em jî ji xwe re bidin çêkirin” Birayê min tenekeyê penêr anî! Min devê tenekê vekir û min lê nerî ji avê pê ve tiştek têde tuneye. Hema bi wê şaşwaziyê ez li cîranê xwe geriyam. Wî got, “Na cîran penêrê çi? Hinekan qey tu xapandiye!” Hema min telefon girt û min bi her şeş tiliyan çerpand nav çavên Carûdoyê bêyom. Min got, “De zû rabe here ji vira berî ku tiştekî xerabtir bi serê me de nehatiye, ew ê ji bêyomiya te top mopek li me keve, bêyomê bêyom!”

Wî li xwe zor anî, birayê min ew derxist derve! Min zanîbû ew ê bêyomiya wî tiştekî bîne serê min lê çi bikim!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nono

 Her çiqasî naxwazim tiştinan binivîsim jî ew xwe wek nivîs bi min didin nivîsandin! Wek aniha Nono hatiye û di bergeha xeyalên min de rûniştiye! Dikim nakim ranabe û naçe! Ji min dixwaze ku serpêhatiyên wî binivîsim! Ji mecbûrî ez jî xwe li ber serpêhatiyên Nono xweş dikim, yan na ew ê neçe! Dixwazim dîmenên wî yê ku ew dixwaze binivîsim li pêş çavên min xuyanî bibin. Erê, hêdî hêdî xuyanî dibe! Lê ew ji vî dîmenê ku xuyanî dibe ne razî ye! Xuyaye ew li benda tiştekî din bû! Ew bi qîma xwe ye, bixeyide nexeyide ji min re ferq nake, hemin wî dev ji min bernedida û dixwest, ez ê jî tişta bibînim binivîsim! Niha hêdî hêdî ew xumam ji ber çavên min dihere! Kengî ku ez wê xuyangê qenc bibînim ez ê bi we re parvebikim! Dibînim ku navekî Nono û jinek wî jî heye! Lê li gorî ku xuya dibe li hember jinika xwe gelekî “No”ye û mirov di nav xwe de dibêjin, “Zilamekî No ye!” Zarokên ku wî dibînin hevza xwe jê dikin, jê ditirsin û xwe vedişêrin!

De xeyal e! Çend kes li gundekî li hev civiyane! Çima li wî gundî pevçûnek dernakeve û zilamê ji dervî gund hatine û gundî li ber hev pahn nabin! Kî dikeve ber kê li hev dixin! Nono jî li wira sar maye, diricife û bi derbekê re paşê xwe dide wan zilamana û direve! Gava ku ew ji nav şer direve û tê dike di kadînê keve zarokekî ku li nêzîkî kadînê dilîze ji wî ditirse, ji ber wî radibe, direve, hema bihesibîne ji tirsa wî vedilîze, bang li yê dora xwe dike û dibêje, “No… No.. Nono hat, nono hat, bireviiiin!” û ji tirsa Nono hem digrî hem jî direve! Jinikek ji nav koma jinan xwe digihîne zarok û wî hemêz dike! Jinik ji tirsa dîmenên ku li pêş çavên wê diqewime ewil fêm nake bê zarok dibêje çi! Gava ku dibîne zilam dikeve kadînê, fêm dike ew ji şer reviyaye, zarok jî ji wî tirsiyaye û ji wî re dibêje, “Nono hat!”

Piştî ku hinek gundiyên din tên, dikevin navberê û şer disekine, Nono hîna nuh derdikeve ortê, xwe li kesên xerîb radikişîne û fortan dike! Yê ku dîtine ew ji nav şer reviyaye û ew bi tenê hiştine, wî disekinînin û reva wî didin rûyê wî! Jina ku wî zarokî xwe ji tirsa avêtibû hemêza wê, kengî ku bi kirina wî ya nuh dihese li nav jinan dibêje, “Tu ji xwe re li Nonokê me biner keçê! Darikê pelûlê! Gava ku şer li meydanê be direve kadîne kengî ku şer diqede derdikeve meydanê û îcar jî tew fortan dike!” Jinên li wira giştik bi gotina wê dikenin! Ji wê gavê û pê ve navê zilêm dimîne, “Nono!” Ji wê rojê û pê ve jî çawa ku navê wî dibe “Nono” ji bo kesên ku dixwazin mirovan berdin hevdu û şerxwazên ku agir berdidin kayê û xwe didin aliyê bayê jî gundî dibêjin, “Tu li serê me bû Nono law!”

Xuyaye ne li gorî mahdê wî bû loma Nono ji bergeha xeyalên min wenda bû! Çawa ew wenda bû kesên ku vî çendî derketine û şerxwaziyê dixwazin, dikevin dewsa Nono!

 

Gimgimo

Ji saeta ku em hatine li cihê şînê rûniştine ew dipeyive. De Gimgimo ye û dipeyive, divê mirov lê negire. Ma heger ku nepeyive ew ê çi bike û ew ê çawa vî navê xwe yê ewreng biparêze? Ji hêla din ve jî ma ne divê mirov li gorî nav û dengê xwe tevbigere? Ew jî her tim wisa dike. Lê wî îro yek car ji adetê derxist. Ji ber ku dev ji cixareyê berdaye ji ber dûyê cixareyên tê kişandin yekcarinan dikuxe û destê xwe li ba dike. Bi libakirina destê xwe re dûyê cixareya yê tenişta xwe belav dike!

Belê her çiqasî serê wî wek Gimgimekî ye û ev nav hinekî jî ji bo vê lê hatibe kirin jî peyvê xweş dike, wek ava di gimgim de peyvê xav nahêle, dikelîne û paşê dixe xizmeta guhdarvanan, loma navê Gimgimo lêkirine! Divê mirov xwe ji Xwedê neke û rast bibêje, peyv li Gimgimo dike! Lê mala wî nekeve carinan gelekî dirêj dike! Gelek caran jî nema zane bê dibêje çi! Ne ji vê hêla wî bûya kêmanî jê re nedima! Ji ber ku peyvê gelekî dirêj dike carinan nema zane bê berê gotiye çi û li hev nîne. Wê gavê jî ji wî ve nexwuyaye ku hemû kesên li wira rûniştine pê derdixin ku derewan dike! Dîsa jî ku ne li cihekî wek vê derê be û karê mirov tune be guhdarkirina li Gimgimo xweş e.

Ka berî ku em werin bê çiqasî dipeyivî nizanim! Xweziya min ne bi dilê meleyê civatê! Dora peyvê nema dide meleyê ku xwediyê şînê ew aniye da ku ji civatê re bipeyive. Mele çend caran dixwaze peyvê jê bigre lê ew tavilê dengê mele dibire û dewam dike. Çend caran mele ji kesên ku hatine re fatîha xwend û xwest li pey wê bipeyive, yê me dîsa nehişt. Wek em dîl girtibin, civat mecbûr maye li wî guhdar dikin.

Xwedêgiravî rojekê çûye termînala Enqerê, li wira wî û mehûnê fîrmayekê li ser alavê wî yê pir ku ew ê neçin bexacê li hev nekirine, ewil bi peyvê rahiştine hev û paşê çend hutuk dawişandine hev. Mirov ketine navbera wan ew ji hev kirine, wî jî bilêta xwe betal kiriye û çûyê ji fîrmayek din bilêta xwe birî ye. Bi saetekê derengî maye, lê Xwedê ew sitirandiye. Bi saetekê şûn de derketine rê û hatine. Gava ku hatine nerî ye dilê şifêrê wê fîrmaya ku wî bilêta xwe jê betal kiriye, sekinî ye û otoboz li ser kêlekê qelibî ye. Xwedê rêwî sitirandine tiştek bi wan nehatiye, lê tenê yê ku li şûna wî ango yê bilêta wî ya betalkirî kirî ye, miriye!

Ji wira derbasbûne, bi rê de dayikekê ji bo destava zarokê xwe yê biçûk xwestiye otoboz bisekine. Şifêr li serê wî çiyayê ku Gimgimo qal dike otobozê disekinîne û jinik lawikê xwe yê biçûk dadixe dibe wî aliyê deviyan. Piştî qasekê vedigere tê li otobozê siwar dibe. Gimgimo dinere, şifêrê ku serê xwe daniye ser dîreksiyon ruh jê çûye!

Gimgimo îro ji me re qala qederê dike! Lê meleyê ku li piyê civatê rûniştiye bi awirên tûj lê dinere!